Atîna-SANA
Şandeya Sûrîyê bi serokatîya Wezîrê Tenduristîyê Museb El-Elî, beşdarî kar û xebatên duyemîn Konferansa Tenduristîyê ya Erebî-Yewnanî bû. Ev konferans li Atînaya paytexta Yewnanistanê, di heyama du rojan de hat lidarxistin û duh Pêncşemê bi dawî bû.
Wezareta Tenduristîyê bi rêya rûpela xwe ya Facebookê dîyar kir ku konferans bûye platformek ji bo dîyalog û pevguhertina ezmûnan. Armanc jê gotûbêjkirina derfetên hevkarîya bijîşkî di navbera welatên Ereb û Yewnanistanê de ye, bi rengekî ku beşdarî geşepêdana pergalên tenduristîyê bibe û piştevanîya bernameyên rahênan û avakirina şîyanan bike.
Li kêleka konferansê, Wezîr El-Elî ligel hevtayê xwe yê Yewnanî Adonis Georgiadis civîya. Di civînê de rêyên xurtkirina hevkarîya dualî di sektora tenduristîyê de hatin gotûbêjkirin û vedîtina derfetên hevkarîyê di qadên rahênana bijîşkî, pisporî û pevguhertina ezmûnan de hat behskirin.