Şam – SANA
Konferansa bijîşkan di roja xwe ya duyem de giranî da ser belgekirina “tawanên îşkenceya sîstematîk” di girtîgehên rejîma berê de li gorî “Protokola Istenbolê”, da ku serpêhatîya bijîşkî bibe delîlên yasayî yên xurt ji bo şopandina tawanbaran di asta navdewletî de.
Konferansê tekezî li ser girîngîya pêwendîya hesas û nepenî ligel rizgarbûyên ji tundûtûjîyê kir. Her wiha hat dîyarkirin ku belgekirina bijîşkî-yasayî ya li ser bingeha razîbûna agahdar, delîlên laşî bi yên derûnî ve girê dide da ku mafên qurbanîyan werin misogerkirin û bîrewerîya niştimanî were parastin.
Konferansê nêrînên pêşketî di warê neştergerîya dil, çandina endaman û pizîşkîya zarokan de pêşkêş kirin. Serokê Sendîkaya Bijîşkên Şamê “Nizar El-Medenî” tekez kir ku pevguhertina serpêhatîyan ligel bijîşkên li derveyî welat, bingeheke sereke ye ji bo nûjenkirina pergala tenduristîyê ya Sûrîyê û xurtkirina lêkolînên zanistî.







