Şam-SANA
Teknîka “CRISPR-Cas9”ê di dehsala duyemîn a sedsala 21an de wekî yek ji stûnên bijîşkîya jenetîk a nûjen derket holê, ku ji mekanîzmayeke parastinê ya xwezayî di bakterîyan de hatiye wergirtin.
Hîn jî astengîyên zanistî û teknîkî nahêlin ku derman bi gelemperî werin bikaranîn. Ligel nêzîkbûna pejirandina yekemîn dermanên bazirganî, nîgeranîyên exlaqî û hiqûqî yên derbarê sînorên guhertina jenetîk a mirovî zêde dibin.
Dr. Jennifer Doudna ku di sala 2020an de Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirtiye, got: “Divê em li ser encamên berfireh ên teknolojîyeke xurt nola CRISPRê bihizirin ka em çawa dikarin wê bi awayekî berpirsyar pêş bixin ku xizmeta hemû mirovahîyê bike.”
Îro bi dehan taqîkirinên klînîkî ji bo dermankirina nexweşîyên xwînê yên mîrasî, penceşêr û nexweşîyên çavan berdewam dikin û bi milyonan nexweş li benda tîrêjeke hêvîyê ne. Lê ev dehsala niha dê dîyar bike ka ev tenê “çirûskeke hêvîyê” ye an “şoreşeke dermanî” ye ku paşeroja bijîşkîyê ji nû ve xêz dike.