Quneytera-SANA
Hêzên Dagîrker ên Îsraîlê îro derbasî gundewarê bakurê Quneytrayê bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneyterayê ragihand ku hêza dagîrker ji 3 wesayîtan “du hemer û yek hilux”, pêk dihat, ji xala El-Hemîdîyê ber bi gundê El-Semdanîya Rojhilatî derbas bû.
Her weha hêza dagîrker ku ji heft wesayîtên giran di nav de buldozer û trêksan pêk dihat, duh derbasî başûrê Quneyterayê bûn û li rojavayê gundê El-Hanûtê dîwarekî ji axê danîn.
Dagîrker êrîşên xwe yên li ser axa Sûrîyê didomîne, û Peymana Veqetandina Hêzan ya sala 1974an û yasaya navnetewî û biryarên têkildar ên Netewên Yekbûyî, binpê dike.
Di heman demê de Sûrîyê van binpêkirinan şermezar dike, û bang li civaka navnetewî dike ku tedbîrên lezgîn bigire da ku wan rawestîne.