Hesekê-SANA
Hêzên “HSD”ê îro çar sivîl ji gundê ‘Er’ûrê yê ser bi bajarokê Rimêlanê ve li herêma Dêrikê li bakurê rojhilatê parêzgeha Hesekê desteser kirin, piştî ku gund dorpêç kirin. Ev yek di çarçoveya berdewamîya binpêkirinên wan ên li dijî şênîyên Cezîra Sûrîyê de pêk hat.
Çavkanîyên xwecihî ji SANAyê re gotin: Çekdarên ser bi Hêzên “HSD”ê ve bi ser hejmarek malan li gundê Er’ûrê girtin, bi awayekî bêserûber lêgerîyan, û çar sivîl ji xelkê gund desteser kirin û ew ber bi cihekî nedîyar ve birin bêyî ku tometên li dijî wan bên zanîn.
Çavkanîyan her wiha got: Desteserkirinên ku “HSD”ê pêk tîne hema bêje rojane bûne, û bi taybetî gundewarê başûrê bajarê Hesekê dikin armanc, ku li wir eşîrên Ereb piranîya şênîyên herêmê pêk tînin.
Duh bi dehan welatîyan li Qada Merceyê li Şamê xwenîşandanek li dar xistibûn, tê de redkirina xwe ji bo kiryarên hêzên “HSD”ê û binpêkirinên wan ên li dijî xelkê herêma Cezîrê anîbûn ziman. Beşdaran ala Komara Erebî ya Sûrîyê û pankartên ku tê de gotinên tekezî li ser redkirina gotarên cudakarîyê di navbera pêkhateyên heman gelî de dikirin, hildabûn.