Heleb – SANA
Li bajêrê Sifîreyê li gundewarê Helebê yê rojhilat, şeş sivîl ji malbatekê, ku sê zarok û jinek di nav wan de hene, bi astên cuda birîndar bûn. Bûyer ji encama teqîna cebilxaneyekê ji bermayîyên şer di hundirê mala wan de pêk hat; ew jî, dema ku endamên malbatê hewl dida hinek darên ku ew teqemenî di nava wan de bûn, bişewtînin.
Fermandarê Operasyonên Parastina Sivîl li Helebê Feysel Mihemed Elî, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re, îro Yekşemê, dîyar kir ku ji bo şopandina rewşa wan a tenduristî û pêşkêşkirina guhdana bijîşkî ya pêwîst, çar birîndar ji nexweşxaneya El-Sifîreyê bo Nexweşxaneya Zanîngeha Helebê hatin veguhestin.
Elî dîyar kir ku Tîmên Jinavbirina Mînan û Rakirina Bermayîyên Şer ên ser bi Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve li Helebê, yekser berê xwe da cihê bûyerê, û mal û derdora wê kontrol kirin da ji ewlebûna deverê û tunebûna hin teqemenîyên din piştrast bibin.