Quneytira-SANA
Îro Înê, Hêzên Îsraîla dagîrker derdora bajarokê El-Hemîdîyê li gundewarê Quneytirayê yê bakur û daristana Bîr Ecemê li gundewarê Quneytirayê yê başûr bi çend topan armanc kir, bêyî ku tu kes birîndar bibe.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê ragihand ku hêzên dagîrkerîyê topek avêt, li nav daristana Bîr Ecemê li gundewarê Quneytirayê yê başûr ket, bêyî ku tu kes birîndar bikeve.
Her wiha îro Înê Sibehê, hêzên Îsraîla dagîrker derbasî rojavayê baxçê El-Ze’rûre li gundewarê Quneytirayê yê başûr bûbûn, û hejmarek rê tam ji alîyê rojava ve girtin; ev yek bû sedema qutkirina tevgera çûnûhatinê di wê rîyê de.

