Tertûs-SANA
Rêveberîya Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêner li parêzgeha Tertûsê, heqdestê guvaştina zeytûnan li gorî lêçûnên girêdayî proseya guvaştinê û mekanîzmaya dayîna wan, ji bo werzê îsal dîyar kir.
Alîkarê Rêveberê Bazirganîya Navxweyî Îbrahîm El-Dixêm, duh Înê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku biryarê heqdestê guvaştinê bi rêjeya 7% yan 9% ji qebareya zeyta berhemdêrayî wekî berdêla berhemî destnîşan kiriye.
El-Dixêm her wiha da zanîn ku wekî berdêla diravî jî, bi 7 yan 9 lîreyên Sûrî ji bo her kîlogramek zeytûnên kesk hatiye dîyarkirin, ev jî li gorî wî alîyê ku veguhastina berhem bo guvaşgehê û veguhastina zeytê bo malê digire ser milê xwe.
Navborî dupat kir ku ev biryar mafê cotkar di hilbijartina berdêla diravî yan ya berhemî de li gorî rewşa dîyarkirî misoger dike.
Her wiha bal kişand ser neçarkirina xwedîyên guvaşgehan bi ragihandina heqdestan û pabendîya bi wan, yan na li gorî wan cezayên ku di biryarên berkar de hatine dîyarkirin, têne sizadan.