Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, Ra’id El-Salih, piştrast kir ku Wezaret di cîbicîkirina kar û xebatên meydanî de li parêzgeha Hesekê, di çarçoveya rêkarên pêşwext û amadebaşîyê de ji bo kêmkirina metirsîyên lehî û şapan û xurtkirina ewlehîya xelkê berdewam e.
Baştirkirina Herikîna Avê û Kêmkirina Metirsîyan
Wezîr El-Salih di postekê de li ser platforma “X”ê, îro Yekşemê, da zanîn: “Piştî temamkirina kar û xebatan li Ye’rubîyê û Tel Hamîsê, tîmên me niha di kar û xebata li dor Çemê Xabûrê û deverên li kêleka wî de berdewam in; bi rêya paqijkirina cobarên çêm û bilindkirin û xurtkirina berbestên axê di cihên herî zêde di bin metirsîyê de, bi awayekî ku alîkarîyê di baştirkirina herikîna avê û kêmkirina metirsîyên derketina avê ji rêgeha wê de bike; her wiha herêmên niştecihbûnê û çandinîyê û binesazî werin parastin.”
Wezîr El-Salih li gotara xwe zêde kir û got: “Em li gorî planekê ku xwe dispêre parastin, amadebaşî û bersivdayîna pêşwext, kar û xebatê berdewam dikin; ji ber ku amadebaşîya ji metirsîyan re berî çêbûna wan, beşekî bingehîn e ji berpirsîyarîya me di parastina xelkên me û mal û mewdanên wan de.”
Ev rêkar di çarçoveya planeke bersivdayînê ya giştgir de tên ji bo xurtkirina amadebaşî û parastinê, û parastina herêmên niştecihbûnê û çandinîyê û binesazîyê yên ku di bin metirsîya bilindbûna asta avê de ne.