Dêrezor-SANA
Şirketa Petrolê ya Sûrîyê îro Înê ragihand ku piştî temamkirina karên çakkirinê û çaksazîya zirarên ku ji ber kiryareke têkder li devera El-Şolayê li gundewarê Dêrezorê gihiştibûyê, xeta gaza El-Cibse vegerîya xizmetê.
Şirketê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku kadroyên wê karên çaksazîyê di heyameke rekor de bi dawî kirine.
Ev kar guhertina parçeyekî zirardîtî yê xetê bi dirêjahîya 18 metreyan û 16 înçan li xwe girtiye, berî ku xet ji nû ve bikeve xizmetê û pompekirina gazê tê re dîsa dest pê bike.
Rêveberê Gaza Bejayî yê Şirketa Sûrî ya Gazê ya ser bi Kompanya Petrolê ya Sûrîyê ve Yûsif El-Yûsif, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dupat kir ku jinûvedestpêkirina pompekirina gazê bi rêya xeta El-Cibse piştî vegera wê bo xizmetê, berdewamîya dabînkirina gazê û piştgirîya xebatên karkirinê li herêmê xurt dike.
El-Yûsif dîyar kir ku komxebatên şirketê rasterast çûne cihê bûyerê û ji bo nûjenkirina xeta gazê xebitîne, her wiha bal kişand ser wê yekê ku vê xetê rojane bi navînî derdora 950,000 metreyên sêca gaz vediguhastin.