Dêrezor-SANA
Îro Duşemê, li parêzgeha Dêrezorê, geştên pêşîn ên karwanê vegera bidilxwazî yên malbatên ku li kampên koçberîyê li herêmên Cizîrê diman dest pê kir. Ev karwan ji 29 malbatan pêk tê, ku ev prose bi hevkarîya di navbera Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar û ya Hevkarîya Navdewletî li parêzgehê, ligel Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR) û hejmarek rêxistinên din ên şirîk de, hat encamdan.
Rêveberê Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar li Dêrezorê, Muhened El-Hinêdî, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku geştên vegerê yên ku îro di çarçoveya karwanê vegera bidilxwazî de dest pê kiriye, dê li seranserî sê rojan berdewam bikin û di encamê de 224 malbat vegerin. Îro geştek, ji 29 malbatan pêk tê, bi rê ket, û vegera wan a ji her du kampên Herêma Pîşesazîyê ya Rojava û El-Şehabat, ya ku bi tevahî hat girtin, hat dabînkirin.
El-Hinêdî bal kişand ser wê yekê ku biryar e di roja duyem de vegera 119 malbatan, û di ya sêyem de jî ya 76 malbatan bête dabînkirin, bi armanca bidawîanîna dosyeya kampên bêserûber û girtina wan bi awayekî gav bi gav, bi rêya dabînkirina pêdawîstîyên vegera domdar ji bo welatîyan.





