Şam-SANA
Pergala Istixbaratên Giştî, bi hevkarîya ligel Hêzên Ewlehîya Navxweyî, şaneyeke ser bi rêxistina “DAIŞ”ê ya terorîst ve ku destê wê di pêkanîna kiryarên revandinê, çandina teqemenîyan û reşkuştinê de hebû, hilweşand. Çalakbûna vê şaneyê ji parêzgeha Reqayê dest pê kiribû û gihîştibû Heleb, Idlib û Himsê.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî, îro Yekşemê, da zanîn ku di encama rêzoperasyonên ewlehîyê yên mukum de 4 ji serkirdeyên şaneyê li Reqayê, ligel hejmarek endamên wê li Heleb, Idlib û Himsê, piştî şopandina çalakî û tevgera wan, girtin; her wiha madeyên teqemenîyê jî bi wan re hatin desteserkirin ku ji bo pêkanîna kiryarên terorîst hatibûn amadekirin.
Ewlehîya Navxweyî anî zimên ku lêkolînên destpêkê, tevlêbûna endamên şaneyê di pêkanîna pênc kiryarên revandinê de eşkere kir, ligel plandanîna ji bo pêkanîna kiryarên terorîst ên ku ewlehî û aramîya herêmê dikin armanc. Her wiha amaje pê kir ku alîyên pêwendîdar lêkolînên xwe berdewam dikin da ku wan veguhêzin dadwerîya têkildar.



