Şam-SANA
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan a Wezareta Berevanîyê, îro Duşemê, piştrast kir alîyên pêwendîdar li Wezareta Berevanîyê, lêkolînkirina sedemên teqînên ku li hin baregehên leşkerî rû dabû, ku ya herî dawî teqînek li yek ji depoyên çekan ên li nêzîkî bajarokê El-Îsê li başûrê Helebê bû, didomînin.
Rêveberîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê piştrast kir ku parastina leşker û sivîlan, eşkerekirina rastîyan û destnîşankirina berpirsyarîyan pêşgavîyek e ji bo wan. Loma, ew ê li gorî encamên lêkolînan rêkarên pêwîst bigire, bi awayekî ku silametîya kesan û baregehan biparêze û rê li ber dubarebûna van rûdanan bigire.
Rêveberîyê dîyar jî kir ku wezaret dê wan zanyarîyên piştrastkirî yên ku lêkolîn bigihîjin wan, di demeke nêz de ragihîne, bi awayekî ku li pêşîya birêveçûna wan nebe asteng û zirarê negihîne ewlehîya wan.