Heseke – SANA
Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Parêzgeha Hesekê, bi hevkarîya rêxistina “Nehiştina Birçîbûnê”, dest bi xebatên sererastkirin û nûjenkirina stasyona şirînkirina avê ya li bajarokê Şedadê yê gundewarê başûrê Hesekê kir; bi armanca dabînkirina beşek ji hewcedarîyên xelkê bajêr ji ava vexwarinê.
Îro Duşemê, Rêveberê Giştî yê Şirketê endezyar Ferhan El-`Ueys, di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re ragihand ku stasyona “Sîna`a” ya li bajarê Şedadê, li vê deverê jêdera yekane ya ava paqij a vexwarinê ye.
Şîyana hilberîna stasyonê piştî bidawîbûna karên nûjenkirinê dê bigihîje 30 metre sêca di her saetekê de, da ku ava nêzîkî 15 hezar welatîyan peyda bike.
El-`Ueys her wiha da zanîn ku karên nûjenkirinê van pêngavan li xwe digirin: tamîrkirina embarên avê yên binerd, dermankirina derz û qelşan, lêkirina qatên li ber dilopkirina avê, guhertina borî û valfên xerabbûyî, ligel dabînkirina borîyên taybet û pompeya binavî ji bo bîra sereke, her wiha nûjenkirina avahîyên kargêrîyê û çaksazîya tora elektrîkê û stûnan.