Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Sûrîyê ya Nanpêjgehan Mihemed Tariq El-Seyadî, şandeyeke hevbeş ji sazîyê û Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdan erkdar kir ku gereke meydanî ya berfireh li nanpêjgehe û aşên parêzgeha Dêrezorê pêk bîne. Ji bo ku ji nêzîk ve li ser pêdivîyên wan bisekine, bi awayekî ku di girtina rêkarên pêwîst de ji bo baştirkirina amadebaşîya dezgehan bibe alîkar.
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê îro Yekşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku El-Seyadî di daxuyanîyeke rojnamevanî de eşkere kir ku dê di vê gerê de li ser hûrgilîyên teknîkî û xebitandinê yên herî hûr yên nanpêjgeh û aşên li parêzgehê were sekinandin û rewşa wan were nirxandin.
Li alîyê din jî, dê lêkolînên endezyarî û teknîkî yên berfireh ji bo nûjenkirina binesazîya têkçûyî bên pêkanîn, da ku berdewamîya kar misoger bike û berhemeke ku xwedî taybetmendî û pîvanên standard pêşkêş bike,
Li gorî daxuyanîyeke berê ya El-Seyadî, hejmara nanpêjgehên ku li Dêrezorê kar dikin digihîje 207an, ji wan 179 taybet in û 28 giştî ne. Şîyana wan a hilberînê ya rojane digihîje nêzîkî 470 tonan, ji wan 369 ton ji bo nanpêjgehên taybet û 101 ton ji bo yên giştî ne.