Tertûs-SANA
Tîma rizgarkirina deryayî ya Heyva Sor a Erebî ya Sûrî, îro Înê, 8 kesên li ber xeniqînê li Perava Ehlamê ya li Tertûsê rizgar kirin. Li alîyê din jî, du zarokên ku li peravê winda bûbûn, li malbatên wan vegerandin.
Rahênerê tîma rizgarkirina deryayî Me’ed Xidir, bi daxuyanîyekê ji bo SANAyê dîyar kir ku tîmê yekser piştî wergirtina agahîyan erka xwe pêk anî û ji bo rizgarkirina kesên li ber xeniqînê û pêşkêşkirina pêş-alîkarîyan bi hemû gavên pêwîst rabûn.
Derbarê windabûna du zarokan de jî li peravê, xema meseleya wan xwar û ew li malbatên wan vegerandin.