Şam-SANA
Di encama rûdana 142 şewat û bûyerên trafîkê li navçeyên cuda cuda yên Sûrîyê di 24 demjimêrên borî de, kesekî jîyana xwe ji dest da û 33 kesên din birîndar bûn, ku tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê li Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesetan bersiva wan da.
Parastina Sivîl bi rêya kanala xwe ya Telegramê, îro Duşemê, ragihand ku tîmên wê bersiv daye 21 bûyerên trafîkê, ku di encamê de kesekî jîyana xwe ji dest da û 31 kesên din birîndar bûn; alîkarîya pêşîn a bijîşkî ji wan re hat pêşkêşkirin, paşê ji bo wergirtina dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyan hatin veguhestin, û şûnmayên rûdanan hatin rakirin û cihên wan hatin ewlekirin.
Parastina Sivîl ji ajokaran re tekez kir ku divê leza xwe kêm bikin, ji rewşa teknîkî ya otomobîlê, sazbûna frenan û paqijkerên caman piştrast bibin, û dûrî reftarên nerênî bikevin ên ku ajokar mijûl dikin mîna bikaranîna telefonên destan.
Her wiha tîmên Parastina Sivîl bersiv da 121 şewatê jî; 4 ji wan li nav zevî û berhemên çandinîyê, û 117 yên din li nav mal, dikanên bazarganî, gîya, dar, zibil û têlên elektrîkê bûn. Ew şewat hatin vemirandin û cihên wan hatin sarkirin.
Ew şewat bûn sedema birîndarbûna du endamên tîmên agirvemirandinê ku li cihê bûyerê alîkarîya pêşîn a bijîşkî ji wan re hat pêşkêşkirin, di demekê de ku zîyanên din tenê madî bûn.
Parastina Sivîl tekezî li ser wê yekê kir ku divê li navçeyên daristanî û zevîyên çandinîyê agir neyê dadan, û boçikên çigareyan û şûşe li kêleka rêyan neyên avêtin, bi taybetî li navçeyên nêzîkî berhemên çandinîyê û daristanan, ji bilî vê jî divê gîyayên hişk ên li derdora malan an li kêleka rêyan neyên şewitandin û bi rêyên ewle bên rakirin.

