Heleb – SANA
Li girtîgeha bajarê Kobanê (Eyn El-Erebê) li gundewarê Helebê, ji ber şewateke ku îro Şemîyê li nava girtîgehê derket, 7 girtîyan canê xwe ji dest da û çend kesên din jî ji ber dûmanê tûşî bêhnçikînê bûn; ev agahî ji alîyê çavkanîyeke ewlehîyê ji bo nûçegihanê SANAyê hat ragihandin.
Çavkanîya ewlehîyê eşkere kir ku agir di encama rewşeke tevlihevî û alozîyê de derket ku ji alîyê hejmarek girtîyan ve pêk hatibû, ku ew jî di pey wan alozî û rageșîyan re hat ku duh li bajêr qewimîn.
Heman çavkanîyê da zanîn ku rêveberîya girtîgehê hîn jî di destê kadroyên wê yên berê de ye û Hêzên Ewlehîya Navxweyî heta niha jî girtîgeh wernegirtiye.