Şam-SANA
Pergala çavdêrîya keşûhewayê li Sûrîyê ber bi qonaxeke nû ya jinûveavakirin û pêşxistinê ve diçe, piştî salên ku kêmbûneke mezin di hejmara stasyonên çavdêrîyê de dît û derketina piranîya wan ji xizmetê, ligel planeke ji bo bilindkirina hejmara stasyonên xebatê ji 48an bo 500î di heyama sê salan de, hevdem ligel nûjenkirina binesazîya teknîkî û perwerdekirina kadroyan, û xurtkirina hevkarîyê ligel sazî û rêxistinên navneteweyî yên pispor.
Rêveberê Navenda Niştimanî ya Keşnasî û Avhewayê Ebdilkerîm El-Mihemed di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku Sûrîye di deh salên borî de xwedî toreke berfireh a stasyonên çavdêrîya keşûhewayê bû ku hejmara wan ji 550an derbas dibû, lê belê piranîya wan di nava her du deh salên borî de ji xizmetê derketin, da ku hejmara yên çalak berîya rizgarkirinê tenê bigihîje nêzîkî 15an ku hinek ji wan jî ne bi temamî dixebitîn.
