Şam-SANA
Desteya Rêkxera Peywendî û Posteyê ya Sûrîyê, ragihand ku ji yekê Cotmeha bê ve, ew ê ji bo derbaskirina wan amûrên ku tenê li ser torên nifşê duyem (2G) ên telefona mobîl yan nifşê sêyem (3G), an jî li ser her duyan kar dikin, tu rêyekê nede.
Desteyê di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê, roja Çarşemê dîyar kir ku ev rêkar ji bo şopandina pêşketina teknolojîk û sûdwergirtina giştî ji torên peywendîyên mobîlan tê avêtin.
Her wiha destnîşan kir ku ew amûrên ku tenê li ser torên nifşê duyem (2G) an nifşê sêyem (3G), yan jî li ser her duyan kar dikin, dê heyamekê ku Wezareta Peywendî û Teknolojîyê ragihîne, gav bi gav ji xizmetê derkevin.