Der’a-SANA
Daîreya Avahîyên Dibistanan li Rêveberîya Perwerde û Hînkirinê li parêzgeha Der’ayê, karên nûjenkirin û çaksazkirina nêzî 200 dibistanî di çarçoveya helmeta “Ebşirî Horan” de bi dawî kirin, ligel 7 dibistanên nû ku dê bi destpêkirina sala xwendinê ya tê re bikevin xizmetê, di çarçoveya hewldanên ji bo baştirkirina rewşa perwerdeyê û dabînkirina jîngeheke guncaw ji bo xwendakaran.
Serokê Daîreya Avahîyên Dibistanan li Rêveberîya Perwerde û Hînkirinê li Der’ayê, Fîras El-Xibî, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, duh Sêşemê, zelal kir ku heft dibistan dê bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re bikevin xizmetê. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku karên nûjenkirin û çaksazkirina nêzî 200 dibistanî di çarçoveya helmeta “Ebşirî Horan” de bi dawî bûne.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Daîreya Serjimêrî û Plandanînê li Rêveberîya Perwerde û Hînkirinê ya Der’ayê, Xalid El-Mesrî, di daxuyanîyekê de dîyar kir ku hejmara giştî ya dibistanên parêzgehê digihêje 1022 dibistanan, ku 942 dibistan ji wan niha di xizmetê de ne.
Her wiha bal kişand ser ser wê yekê ku hevahengî ligel alî û rêxistinên navdewletî yên cihêreng tê kirin da ku dibistanên zirardîtî ji nû ve bêne nûjenkirin û çaksazkirin, bi taybetî yên ku di serdema rejîma têkçûyî de rastî zirar û wêrankirinê hatine, bi armanca ku careke din têkevin xizmetê û mercên guncaw ji bo pêşwazîkirina xwendakaran di destpêka sala xwendinê de peyda bibin.
Pêvajoya perwerdehîyê li parêzgeha Der’ayê bi astengiyên girêdayî pêwîstîya dibistanan a bi xebatên nûjenkirin û çêkirinê re rûbirû ye. ev yek bû sedem ku Rêveberîya Perwerde û Hînkirinê projeyên nûjenkirinê bi hevkarîya alîyên xwecihî û rêxistinên navdewletî cîbecî bike, di çarçoveya hewldanên ji bo hejmara dibistanên ku dikevin xizmetê de zêde bikin û binesazîya perwerdeyê li parêzgehê baştir bikin.