Hims-SANA
Rêxistina Heyva Sor a Erebî ya Sûrî, bi hevkarîya ligel Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Parêzgeha Himsê, îro Şemîyê, li nêzîkî Komelgeha El-Xêr li Wadî El-Nesara li gundewarê rojavayê Himsê, rahênaneke meydanî pêk anî, wek nimûneyeke bersivdana agirekî mezin li daristanê li herêmeke ku mayînên çandî û cebilxaneyên neteqîyayî lê hene.
Rêvebirê Rêveberîya Xizmetên Bijîşkî li Heyva Sor a Erebî ya Sûrî, Dr. Tariq Be’ac di, daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku armanca vê perwerdeyê bilindkirina asta amadebaşîya tîman û xurtkirina hevahengîya meydanî ye, dema ku li herêmên ku bermahîyên şer metirsîyên zêdetir peyda dibin serederîyê ligel agirê daristanan dikin.
Protokolên piralî û tedbîrên mirovî
Be’ac dîyar kir ku bersivdan di dema rûdana van bûyeran de, ne tenê bi rêya xizmetên bijîşkî ye, lê belê rêvebirina karesatan, serederîya ligel cenazeyan, xebatên mirovî yên têkildarî mayînan, hevahengîya bi alîyên neteweyî yên pêwendîdar re ligel jihevcudakirin û veguhastina birîndaran jî, li xwe digire.
Her wiha da zanîn ku 110 kes û 15 amûr û wesayîtên cuda di vê rahênana pratîkî de beşdar bûn.
Tê zanîn ku gund û daristanên li gundewarê rojavayê Himsê, di demsala havînê de, rastî agirên daristanan yên demsalî tên, ku bi bilindbûna pileyên germê re gurtir dibin û hejmara wan zêdetir dibe, di heman demê de, zehmetîyên zêdetir di dema operasyonên vemirandin û rizgarkirinê de li hin cihan derdikevin, ji ber xwezaya wan a çîyayî ya asê, û hebûna bermahîyên şer û mayînên neteqîyayî li erdên nêzîkî daristanan, ku ev yek hewcedarî girtina tedbîrên haydarîyê yên taybet e, ji bo ku ewlehîya tîmên vemirandinê, hawarçûnê û xwebexşkaran were misogerkirin.













