Dêrezor-SANA
Yekemîn geşta rasterast a şirketa balafirvanîyê ya Almanî “LEAV Aviation” ji bajarê Kolnê gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Dêrezorê. Ev bûyer di dîroka xebitandina bazarganî ya balafirgehê de cîyawaz û yekemîn tê dîtin, ku pêşwazîyê li balafireke esmanî ya Ewropî dike. Geşt bi amadebûna Balyozê Giştî yê Sûrîyê li Bonnê, Mulhem El-Xen dest pê kir.
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî, Umer El-Huserî, tekez kir ku ev geşt di çarçoveya plana desteyê de ye, ji bo pêşxistina tevgera esmanî li balafirgehê, û berfirehkirina tora welatên ku geştên balafirgehê ber bi wan ve diçin, di nava planeke tekûz de ji bo jinûveçalakkirina balafirgehên Sûrîyê û girêdana parêzgehan bi wetalên herêmî û navdewletî ve.
El-Huserî her wiha got ku deste hewl dide sê welatên herêmî yên nû li balafirgeha Dêrezorê zêde bike; ku di vê mehê de dê tîmine teknîkî yên pispor serdana wê bikin da ku li ser amadebaşî û rêkarên ewlehîyê bisekinin, wek amadekarîyekê ji bo destpêkirina xebitandina balafirgehê.
Her weha tekez kir ku sîyaseta desteyê li ser wê yekê ava dibe, ku girêdana balafirgehê ne tenê bi balafirgehên sereke ve be, ji bo xurtkirina tevgera aborî û bazarganî.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Dêrezorê Fîras Ezzawî, bal kişand ser wê yekê ku xebitandina birêkûpêk û rasterast a van geştan, barê rêwîtîyê li ser milê welatîyên herêma rojhilat sivik dike, û vegera penaberên li derveyî welat bo deverên wan xurt dike.