Hema-SANA
Îro Yekşemê, rayedarên peywendîdar bi awayekî ewle mayînek ji bermahîyên rejîma berê teqand. Ev mayîn ji alîyê Rêveberîya Ewlekarîyê ya herêma Xabê ve li kêleka rêya Qel’et El-Medîq-Siqilbîyê li gundewarê Hemayê hatibû dîtin.
Rêveberê Navenda Bermahîyên Şer li gundewarê Hemayê ya girêdayî Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, Ehmed Neyrûzî, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku navendê bersiva agahîyeke ku ji hêla operasyonên ewlekarîya herêma Xabê derbarê hebûna parçeyekî gumanbar li ser rê, da. Tîmên Parastinê yekser çûne cih, rê girtin, û ji bo parastina ewlehîya trafîkê nîşanên hişyarîyê li ser rê danîn.
Neyrûzî destnîşan kir ku hevrêzî bi tîmên endezyarîya leşkerî ya firqeya 74an re hatiye kirin, ku wan jî bi hevkarîya Rêveberîya Ewlekarîya herêmê û Navenda Rakirina Cebilxaneyan li gundewarê Hemayê, mayîn teqandiye. Hate dîyarkirin ku ev mayîn ji bermahîyên rejîma berê ye û ber bi rêya giştî ve hatibû arastekirin.
Di destpêka vê Tebaxê de jî, ji ber teqîna bermahîyên şer, du zarok, dema ku pez li gundê Ta’ûnayê li başûrê gundewarê Hemayê, diçêrînin, birîndar bûn.