Laziqîyê-SANA
Sazîya Sûrî ya Avakirin û Bînasazîyê, îro Yekşemê dest bi karên nûjenkirina rêya ku gundê Selmayê bi Weta El-Xanê ve li gundewarê Laziqîyê bi dirêjahîya giştî ya 10 kîlometreyan bi hev ve girê dide, kir.
Rêveberê Şaxê Sazîyê li Laziqîyê Ehmed El-Ebdullah, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku proseya nûjenkirin û sererastkirinê dê wan beşên zerardîtî yên ku pêwîstîya wan bi nûjenkirin û çêkirinê heye li xwe bigire. Ev yek jî piştî lêkolîneke ku ji alîyê Rêveberîya Xizmetên Teknîkî ve, ku dirêjahîya van beşan digihîje 3650 metreyan, ji bo vê mebestê hatiye amadekirin.
El-Ebdullah destnîşan jî kir ku komên xebatê niha karên wekî qeşartina rê û zivikirina rûyê wê pêk tînin, ligel sererastkirina beşên zerardîtî bi rêya raxistina kevirên şikestî piştî şilkirin û baş dehilkirina wan, piştre reşandina madeya “MC0” û madeya zeliqok, û li pey wê jî pêkanîna tebeqeya ziftê û dahilkirina wê bi stûrbûneke di navbera 5 û 7 santîmetreyan de.
El-Ebdullah li dawîyê jî zelal kir ku rê xwedî girîngîyeke jîyanî ye li deverê, ji ber hejmara zêde ya xelkên ku xizmeta wan dike, tevî rola wê wek rêyeke sereke ku ber bi herêmên geştyarî yên çîyayî ve diçe.