Reqa-SANA
Rêveberîya Karûbarên Teknîkî li parêzgeha Reqayê asta amadebaşîya xwe ya teknîkî bilind kir û li hember bilindbûna asta ava çemê Firatê çendîn tevdirên pêşîgir girtin.
Ev gav hemwextî hişyarîyên Wezareta Enerjîyê hatin avêtin, bi mebesta parastina stasyonên avê, rê û sazî û dezgehên li nêzîkî rêrewa çem û her wiha ji bo dabînkirina berdewamîya xizmetguzarîyan û bersivdana bilez a her rewşeke awarte.
Birêvebirê Beşa Makîneyan li Karûbarên Teknîkî, Endazyar Ehmed El-Ebo duh Şemîyê di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANA re dîyar kir ku rêveberîyê hemû makîne û amûrên endezyarîyê yên giran û kadroyên xwe yên teknîkî xistine rewşa amadebaşiya tam.
Her wiha sîstema nobedarîyê ya 24 saetan hat destpêkirin û geşedanên li qadê bi berdewamî tên şopandin, da ku makîne li gorî hewcedarîyê ber bi nevçên bandordar ve werin şandin.
El-Ebo destnîşan kir ku plana amadebaşîyê dagirtina xendekên axê, vekirin û nûjenkirina rêyan, rakirina ax û astengîyan di dema pêwîst de û beşdarbûna di parastina sazî, rê û herêmên girîng ên ku di bin metirsîya bilindbûna asta çem de ne, li xwe digire.
Her wiha da zanîn ku çar kamyonên barhilgir û du tiraks şandine derdora stasyona “Hemre Belasim”, wekî tevdireke pêşîgir ji bo bihêzkirina rêya ku diçe stasyonê û bilindkirina asta wê, da ku di dema bilindbûna asta avê de gihîştina stasyonê û berdewamîya xebata wê were mîsogerkirin.


