Şam-SANA
Wezareta Hundir piştrast kir ku ew bi rêya Hêzên Ewlekarîya Hundirîn, rêkarên xwe yên ewlehî û lêkolînê li bajarê Ceremanayê yê Gundewarê Şamê berdewam dike, piştî teqîna ku êvara duh Pêncşemê otobuseke veguhastina rêwîyan kir armanc û di encamê de 14 sivîl birîndar bûn.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê anî ziman ku yekîneyên pispor ji kêlîyên pêşîn ên teqînê ve, dest bi girtina dora cihê bûyerê, komkirina belgeyan û şopandina lêkolînan kirine da ku hûrgilîyên tawanê eşkere bikin, li pey kesên tevlîbûyî bikevin û wan radestî dadgehê bikin.
Di vê çarçoveyê de, Wezareta Hundir dîyar kir ku ev teqîn di demekê de qewimî ku helwestên niştimanî û berpirsîyar ji alîyê şêx û rîspîyên bajarê Ceremanayê ve hatibûn nîşandan, ku tê de tekezî li ser pabendbûna bi dewleta Sûrîyê û yekîtîya welêt kiribûn.
Ev yek pêwîst dike ku her kes hişyar be û nekeve pey hewldanên belavkirina fitneyê yan têkdana aştîya civakî.