Dera-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku her du kesên bi navê Hesen Elî Qoce û Eciwan Ehmed Kercût li parêzgeha Derayê hatine girtin. Ev girtin di çarçoveya lêpirsînên berdewam ên ligel Refet Enwer El-Amûdî de pêk hat (yê ku berê hatibû girtin), piştî ku agahî û mikurhatinên wan tawanbarkirina wan di binpêkirinên li dijî welatîyan di serdema rejîma berê de eşkere kirin.
Wezaretê îro Şemîyê li ser kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku lêpirsînan eşkere kiriye ku destê her sê girtîyan di binpêkirinên leşkerî û ewlehî de li hundirê bajarê Derayê hebû.
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku rêkarên yasayî li dijî girtîyan berdewam dikin, da ku ji bo dadgeha peywendîdar werin radestkirin.