Heseke-SANA
Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li parêzgeha Hesekê, îro Duşemê, ragihand ku Stasyona Ava Elokê ji ber kêşeyeke di xeta elektrîkê ya Stasyona Dirbêsîyê ya Elektrîkê de ku elektrîkê dide Stasyona Elokê, bi awayekî demkî rawestîyaye.
Şirketê da zanîn ku tîmên teknîkî yên ser bi Şirketa Giştî ya Elektrîka Hesekê ve niha li ser çakkirina kêşeyê kar dikin. Her wisa piştrast kir ku dê Stasyona Elokê tavilê piştî bidawîbûna karên çakkirinê û vegera elektrîkê, bikeve xizmetê.