Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab, sersaxî û hevxemîyeke dilsozane pêşkêşî malbatên qurbanîyên bûyera keleka ku li parêzgeha Dêrezorê binav bûye, kir.
Wezîr Xetab îro Yekşemê li ser platforma “X”ê ragihand: “Ji kêlîya ku nûçe gihîşt me, me agahî dan Fermandarîya Ewlehîya Navxwe li parêzgeha Dêrezorê ku hemû yekeyên xwe têxin rewşa amadebaşîyê ji bo alîkarîya niştecihan bikin, her cûreyên piştgirîyê pêşkêşî wan bikin û di karên lêgerîn û rizgarkirinê de beşdar bibin. Xetab her weha sebr û aramî bo malbatên qurbanîyan xwest.”