Cerablus-SANA
Roja Çarşema borî, 48 malbatên ku ji 235 kesan pêk dihatin, bi daxwaza xwe ji heft kampên li devera Cerablusê ya parêzgeha Helebê vegerîyan navçeyên xwe yên resen li parêzgehên Heleb û Himsê. Ev pêngav di çarçoveya hewldanên hêsankirina vegera xwebexş û xurtkirina aramîyê di nav civakên deverê de hat avêtin.
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan duh Pêncşemê li ser kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku tîmên wê bi serpereştîya Rêveberîya Kar û Karûbarên Civakî ya Helebê yawerîya karwan kirin.
Ev yek bi hevahengîya rêveberîya devera Cerablusê û bi hevkarîya Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Rêxistina Muzn a Xêrxwazî û Heyva Sor a Erebî ya Sûrî pêk hat.
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê yên ser bi wezaretê ve, li xala destpêka birêketina karwan xizmetên bijîşkî û alîkarîyên seretayî pêşkêşî kesên vegerîyayî, xasma ji bo kesên bitemen û bi wan re man heta ku gihîştin cihê xwe.