Hesekê-SANA
Sazîya Posteya Sûrîyê, di çarçoveya plana sazîyê ya ji bo jinûveçalakkirin û berfirehkirina xizmetên xwe yên posteyê de, li bajarê Amûdê yê li gundewarê bakurê Hesekê, navendeke posteyê vekir.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê li ser kanala xwe ya Telegramê îro Sêşemê dîyar kir ku navendê bi awayekî fermî dest bi pêşkêşkirina xizmetguzarîyên xwe yên posteyê kir ji bo xizmetkirina xelkê bajarê Amûdê û herêmên li derdora wê.
Rêveberîyê bal kişand ser wê yekê ku vekirina navendê di çarçoveya temamkirina çalakkirina sazîyên hikûmetê û xurtkirina xizmetguzarîyên ku ji bo welatîyan li herêmên cuda cuda tên pêşkêşkirin, tê.
Di vekirina navendê de, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Rêveberê Birêveberîya Posteyê Raşid El-Ciryan û Rêveberê Îdareya Karûbarên Sîyasî Ebas Hisên amade bûn.