Dera-SANA
Rêveberîya Çandinîyê li parêzgeha Derayê berhemanîna kartolan (petatan) ji bo îsal bi nêzîkî 115 hezar tonî texmîn kir, tevî tomarkirina berfirehbûneke mezin di rûberên çandî de li gorî plana dîyarkirî.
Rêveberîyê dîyar kir ku rûbera ku plana çandina wê ji bo werza biharê hatibû danîn 1145 hektar bû, lê rûbera ku hatiye çandin gihîşt 3323 hektaran, bi zêdebûneke ku digihîje 2178 hektaran, ku li deverên cuda yên parêzgehê belav bûne.
Li Parêzgeha Derayê niha berhema werza biharê tê rakirin di nav pêşbînîyên berhemanîneke zêde de ku bi awayekî erênî bandorê li ser rewşa cotkaran bike, ji ber ku kartol yek ji girîngtirîn berhemên çandinîyê li Derayê ye.





