Hesekê – SANA
Rêveberîya Çandinîyê ya Hesekê tekez kir ku barîna baranê ya li pey hev û hewaya germ geşbûn û şînbûna her du berhemên genim û ceh li herêmên ccda yên aramîya çandinîyê baştir kiriye.
Rêveberê Çandinîyê “El-Heso” dîyar kir ku berhemên genim û ceh di qonaxeke baş a geşbûnê re derbas dibin ku mizgînîya werzekî dewlemend dide. Rûberên ku bi genim (bi avdanî û bejî) hatine çandin gihîştiye nêzî 463 hezar hektarî, û yên ceh jî 289 hezar hektar in. Her wiha şopandina meydanî ya zevîyan ji bo kontrolkirina nexweşîyên kêzikan berdewam dike.
Hêjayî gotinê ye ku berhemên Hesekê di salên borî de di warê çandin û hilberînê de paşketineke mezin dîtibûn; ev jî ji ber salên hişkayîyê yên li pey hev, ligel xemsarî û gendelîya ku di serdema rêjîma berê de di vî sektorî de hebû.

