Hema-SANA
Kompanya Giştî ya Ava Vexwarinê ya Hemayê, bi hevkarîya Sazîya Axaxan, dest bi xebatên çaksazkirina tam a stasyona sereke ya parzûnkirina avê li bajarê Selemîyê kir, ji bo bilindkirina asta berhemdana wê piştî rawestana wê ya dema sê hefteyan.
Ev xebatên çareserkirinê bircên pakkirina ji gazê, çaksazkirina makîneyan û dabînkirina perçeyên yedek li xwe digirin.
Ev proje ji bo sivikirina barê ser milê welatîyan û kêmkirina azarên wan ên ji ber kêmbûna avê ye, ya ku bi salan e bajar derdê wê dikşîne. Lê piştî xebitandina stasyona nû ya pompekirina avê ya Qenteraya Nû, ji destpêka îsal de, rewş çêtir bûye.





