Dêrazor – SANA
Rêveberê Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li parêzgeha Dêrezorê, Ehmed El-Mûsa, ragihand ku ji ber lehîya çemê Firatê 84 stasyonên avê ji xizmetê derketine, 30 stasyon dîsa hatine xebitandin û 54 jî ji ber zirarên gihîştine binesazîya wan ji xizmetê derketî mane.
El-Mûsa îro Pêncşemê ji medyaya Dêrezorê re daxuyand ku ji bo parastina 57 stasyonan ji bilindbûna asta avê, berbendên axê hatine danîn. Her wiha tekez kir ku piştî lênêrînê ew stasyon dîsa hatine xebitandin.
El-Mûsa eşkere kir ku tîmên teknîkî di kişandina avê ji stasyonan û lênêrîna motorên binavbûyî de berdewam in ji bo ku amûrên elektrîkî ji nû ve werin sazkirin. Her wiha destnîşan kir ku dabînkirina mazotê ji bo alavan, û peydakirin û belavkirina ava vexwarinê ji bo şênîyên li herêmên zirar dîtine bi rêya tankeran berdewam e.
El-Mûsa tekez kir ku hewldanên meydanî bûn sedema vegerandina hejmarek stasyonan bo xizmetê, di nav wan de Cerwan, Sefîre Tehtanî, Me’dan Etîq, û yên din.