Hims – SANA
Tevgereke çalak a derbasbûna welatîyên Sûrîyê yên ku ji bo bêhnvedana Cejna Qurbanê di rêya dergehê Cûsîyê yê sînorî yê ligel Libnanê re derbas dibin heye.
Mûşîr El-Remah, Serokê Beşa Ragihandinê li Sazîya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê, eşkere kir ku rêveberîya dergeh hemû karmendên xwe xistine rewşa amadebaşîyê da ku rêkarên derbasbûnê hêsan bikin û derbasbûneke ewle dabîn bikin.
Ji alîyê xwe ve, rêwîyan kêfxweşîya xwe li hember leza bicîanîna rêkaran û pêşwazîya baş nîşan dan.