Şam – SANA
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê ragihand ku wa derîyê tomarkirina elektronîkî ji bo xula endamên mêr, ji 9 heta 31ê Adarê vekiriye. Maweya perwerdeyê ji bo kesên xwedî bawernameya amadehîyê (bi pileya pasevan) 60 roj e, û ji bo xwedîyên bawernameyên bilindtir 120 roj e.
Kesên derçûyî yên xwedî bawernameya amadeyî pileya “polîsê rahêner” û xwedîyên bawernameyên peymangeh û zanîngehan pileya “polîsê pola yekem” werdigirin. Wezaretê bang li daxwazkaran kir ku berî dawîya Adarê bi awayekî elektronîkî navên xwe tomar bikin û şertan bibînin.