Hema-SANA
Ji ber teqîna mayîneke çandî ya ji bermayîyên rejîma hilweşîyayî di zevîyeke çandinîyê de li gundê El-Bereke yê ser bi nahîyeya Zîyareyê li devera Xabê ya gundewarê Hemayê, kesek birîndar bû.
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê li Rêveberîya Tenduristîyê ya Hemayê Mihemed El-Mesder ji SANAyê re dîyar kir ku kesekî 33 salî dema ku li zevîyeke çandinîyê dermanê kêzikan direşand, ji ber teqîna mayîneke çandî birîndar bû. Ew kes rakirin Nexweşxaneya Niştimanî ya Siqêlbîyê û li wir ji ber birîna wî ya giran, neçar man lingê wî jê bikin.
Tîmên wezaretên Parastin, Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan pêngavên pêwîst ji bo rakirina van mayînan û kêmkirina metirsîyên wan berdewam dikin.
