Şam-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel îro Çarşemê biryara hejmar (19) a sala 2026an derxist, ku lîsteya destpêkê ya binkomîteya parêzgeha Helebê ji bo herêma hilbijartinê ya Kobanê (Eyn el-Ereb) li xwe digire.
Li gorî biryara ku Komîteya Bilind li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, lîsteya destpêkê ya binkomîteya herêma Eyn el-Erebê van navan li xwe digire: Mistefa Yaqûb Elî Misto, Îmad Kerûş Kurdî, Xelîl Şêx Îsa Îsa, Ebdulqadir Mihemed Îsmaîl, Ferîd Bekir Etî û Ferhad Ehmed Lalo.
Di biryarê de hat dîyarkirin ku mafê her kesê/a xwedî berjewendî heye ku li dijî vê lîsteya destpêkê îtiraz bike, ew jî li ber komîteya îtirazan li navenda dadwerîyê ya parêzgeha Helebê, di navbera her du rojên Pêncşemê 7ê Gulana 2026an û Şemîyê 9ê Gulana 2026an de.