Hims – SANA
Parêzgeha Himsê daxuyanîyek belav kir, tê de ketina nav sînorê bendav û gola Mezîneyê û avjenîya di ava wê de; her wiha avêtina bermahîyan li deverên derdorê, qedexe kir.
Ev biryar piştî dubarebûna binpêkirinan û bûyerên xeniqînê yên cihê mixabinîyê hat girtin, ku ya herî dawî mirina keçikekê û rizgarkirina sê kesên din bû. Armanca vê biryarê xurtkirina tedbîrên silametîya giştî û parastina canê mirovan û jîngehê ye.
Cîbicîkirina vê daxuyanîyê ji 2ê Gulana 2026an ve dest pê kiriye û heta agahdarkirineke din berdewam e. Kesên ku li dijî vê biryarê derkevin, dê berpirsîyarîya yasayî hilgirin.
Parêzgeha Himsê bang li welatîyan kir ku ji bo silametîya xwe û parastina dîmenê şaristanî û jîngehî li deverê, pabendîyê bi rênimayan bikin; her wiha tekez kir ku avjenîya di gol û avên ku ji bo avjenîyê nehatine terxankirin, pir metirsîdar e.






