Heseke-SANA
Rêveberîya Çandinîyê li parêzgeha Hesekê bang li cotkarên li herêmên Şedadê û Ebû Rasên kir ku bi lez dermanên guncaw li zevîyên genim û ceh bireşînin, piştî ku hinek pêketinên kêm bi nexweşîya “Zengara Zer” hatin tomarkirin.
Cîgirê Rêveberê Çandinîyê Endazyar Izedîn El-Heso di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku mercên hewayê yên dawî bûn sedema derketina pêketinên sivik ên zengara zer û porteqalî li ser rûberên biçûk ji zevîyên genim û ceh li her du herêman. Her wiha tekez kir ku divê dermanên qirker ku ji têkelên kîmyewî yên taybet pêk tên werin bikaranîn ji bo rêgirtina li belavbûna nexweşîyê.

Hêjayî gotinê ye ku rûberê çandî yê genim û ceh li parêzgeha Hesekê ji bo vê demsalê nêzîkî 750 hezar hektar e, ku li herêmên cihêreng ên aramîya çandinîyê hatîye dabeşkirin.
