Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Komeke nû ya girtîyên HSDê li Hesekê hatin berdan
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Hesekê > Komeke nû ya girtîyên HSDê li Hesekê hatin berdan

Komeke nû ya girtîyên HSDê li Hesekê hatin berdan

Hat weşandin: 2026/04/11 10:34 PM
Hat nûkirin: 2026/04/11 10:34 PM

Hesekê – SANA

Devera Milêbîyê ya li gundewarê Hesekê îro Şemîyê, bû şahida berdana komek girtîyên li cem HSDê û binçavkirîyên ku berê endamên wê bûn, yên ku di dema operasyonên sepandina qanûnê de di heyama borî de hatibûn girtin. Ev yek bi hewldan û serpereştîya tîma serokatîyê ya ku ji bo şopandina cîbicîkirina xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn a ligel HSDê hatiye erkdarkirin, pêk hat.

Nûnerê serokatîyê yê ji bo şopandina cîbicîkirina xalên peymanê Emîd Zîyad El-Ayiş di daxuyanîyekê de dîyar kir ku, îro komeke nû ya girtîyan hat berdan, bi vê yekê hejmara kesên hatine berdan gihîşt nêzîkî 1500 girtîyan, û tenê hindikek mane, wek amadekarîyekê ji bo girtina vê dosyaya mirovî bi temamî.

El-Ayiş got: “Ev pêşhate wekî cîbicîkirina tiştê ku di 29ê Kanûna Paşîn de li ser hatibû lihevkirin tê, û li ser bingeha piştgirî û şopandina rasterast a birêz Serok Ehmed El-Şeri’ e, yê ku li vê dosyayê wekî dozeke mirovî ya di pileya yekem de dinêre, ne wekî dosyaya danûstandinê.”

Nûnerê serokatîyê destnîşan kir ku Wezareta Navxwe dê di qonaxa bê de, rêveberîya girtîgehên ser bi HSDê ve bi temamî wergire, her wiha Wezareta Dadê dê dest bi xwendina dosyayên hemû girtîyên ku bi dozên tawanbarîyê tên tohmetbarkirin bike, bi awayekî ku bidestxistina dadperwerîyê li gorî rênimayên qanûnî misoger bike.

Lê derbarê dosyaya kesên windayî de, El-Ayiş tekez kir ku tîma serokatîyê hewldanên xwe bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar didomîne, ji bo eşkerekirina çarenivîsa hemû windayîyên di girtîgehên HSDê de.

Di 19ê Adara borî de jî, komek girtî di girtîgehên HSDê de li Qamişlo û Hesekê hatibûn berdan, her wiha hinek ji binçavkirîyên ku berê endamên HSDê bûn, yên ku di dema operasyonên sepandina qanûnê de di heyama borî de hatibûn girtin.

Hikûmeta Sûrîyê di 29ê Kanûna Paşîn a borî de, lihevkirina ligel HSDê ya li ser agirbestê di çarçoveya peymaneke giştgir de ragihandibû, tevî têgihiştina li ser pêvajoya yekbûna lipeyhev a hêzên leşkerî û îdarî di navbera her du alîyan de, û derbasbûna hêzên ewlehîyê bo navenda her du bajarên Hesekê û Qamişlo, û wergirtina dewletê ji hemû sazîyên sivîl û hikûmî û dergeh û sînoran re.

Wezareta Rewşên Awarte Hişyarîyê li ser Bilindbûna Asta Ava Firatê li Reqayê Dide
Kesekî Jîyana Xwe Ji Dest Da û Çend Kes Birîndar Bûn di Teqîneke Tozê de li Sîloyên Keferbehmê li Hemayê 
Çandinîya Hesekê: Xwesteke Berbiçav ji bo Çandina Şînkatîyên Havînê û Rûber ji Planê Derbas Dibin
Hêzên Îsraîla Dagîrker derbasî bajarokê Cemle li gundewarê Derayê yê rojava dibin
Desteya Niştimanî ya Kesên Winda Cihên Gorên Komî yên li Reqayê Vedikole
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Emîd Zîyad El-AyişHSDKomek girtîPeymana 29ê Kanûna Paşîn
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?