Hema-SANA
Îro Şemîyê, rûniştina dawî ya lihevhatinê di navbera rîspî û mezinên bajarên Siqêlbîyêû Qelata Medîqê li gundewarê rojavayê Hemayê hat lidarxistin. Ev rûniştin bi amadebûna komîteya erkdar a lihevhatinê bi serokatîya rêveberê devera Xabê Fayiz Letûf hat encamdan, û bi peymaneke lihevhatinê ya li ser bingeha razîbûna her du alîyan bi dawî bû.
Bajarê Siqêlbîyêli gundewarê rojavayê Hemayê di 27ê Adara borî de bûbû şahidê şerekî komî di navbera hejmarek ciwanên ji hundir û derveyî bajêr de. Ew şer hinekî berfireh bûbû berî ku hêzên ewlekarîya hundirîn destwerdanê bikin, rewşê di cih de kontrol bikin û aramîyê vegerînin bajêr.

