Hims – SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn “Kasir Ehmed El-Elî”, serkêşê grûpeke çekdar di milîsên “Parastina Niştimanî” de li Himsê girtin. Wezareta Hundirîn zelal kir ku kesê girtî, bi fermana Cemîl El-Hesen, di serdegirtina taxên Beyade û Dêr Beelbe de cih girtiye.
Lêkolînan eşkere kir ku tawanbar ligel îstîxbarata esmanî di dorpêçkirina “El-Hole” û operasyonên din ên leşkerî de hevkarî kiriye. Darizandina wî di çarçoveya hewldanên Wezareta Hundirîn de tê ji bo misogerkirina edaleta veguhêz û nehêlana revîna ji cezayê tawanên rejîma berê.