Idlib-SANA
Tîma Bersivdana Lezgîn li parêzgeha Idlibê, bi piştgirîya Kompanya Sûrîyê ya Petrolê, dest bi cîbicîkirina projeya “Dana Cilûbergên Cejna Remezanê” kir, ku armanca wê dabînkirina cilên cejnê bo zêdetirî 4 hezar zarokî ye.
Rêveberê Dibistana Mişextan a Sêwîyan û rêveberê projeyê, dîyar kirin ku armanc ji vê destpêşxerîyê ew e ku barê madî yê li ser milê malbatan sivik bike, bi taybetî di bin şert û mercên dijwar ên jîyanê û bilindbûna bihayan de. Wekî din jî, bêhtir giranî bo kesên sêwî û zarokên şehîdan tê dayîn, ji bo piştgirîya wan bibe û şahî bikeve dilê wan.
Plana xebatê ew e ku rojane dabeşkirina cilan bo hezar zarokî pêk were, heta ku qebareya heyî bi dawî bibe. Hêjayî gotinê ye ku ev destpêşxerî wekî berdewamîya xebatên Kompanya Sûrîyê ya Petrolê ya di meha Remezanê de ye, ku berê jî xwarina fitareke komel bo karkerên paqijîyê li bajêr li dar xistibû.



