Qamişlo-SANA
Berdevkê şanda serokatîyê li parêzgeha Hesekê Ehmed El-Hîlalî, di daxuyanîyeke taybet de ji bo SANAyê li bajarê Qamişloyê ragihand ku liv û tevgera karwanê ku ji bajarên Qamişlo û Hesekê ber bi bajarê Efrînê ve diçe dest pê kir. Di vî karwanî de nêzîkî 400 malbatên koçber ji xelkê Efrînê hene ku hejmara wan digihîje derdora 2 hezar kesan.
El-Hîlalî dîyar kir ku vêga qonaxa derbasbûna otomobîlên taybet e, paşê rasterast dê otobûsên mezin ku taybet hatine amadekirin û ji parêzgeha Helebê hatine şandin bi rê bikevin. El-Hîlalî got: “Ev karwan bi hemû pêdivîyên ewlehî, lojîstîk, ambûlans û parastina sivîl hatiye amadekirin. Hemû alî ji parêzgeha Hesekê heta parêzgeha Helebê di ser parêzgeha Reqayê re di rewşa amadebaşîyê de ne.”

Navborî destnîşan kir ku rê bi temamî ewle ye û ev karwan dê piştî kêlîyeke din ji Hesekê ji çerxerêya Panoramayê ber bi herêma Efrînê ve bi rê bikeve: “Em ji Xwedê lava dikin ku koçber bi silametî, aramî û ewlehî bigihîjin malên xwe, da ku atmosfera meha Remezanê li warê xwe derbas bikin û Cejna Remezanê di nava malbat û hezkirîyên xwe de pîroz bikin.”