Şam – SANA
Sazîya Giştî ya Sîgorteya Civakî roja Yekşema bê, 13ê vê meha Îlonê, wekî dema destpêkirina serlêdanê ji bo wan kesên ku ji biryara Sekreterîya Giştî ya Serokatîya Komarê mifa werdigirin dîyar kir; biryara ku di 3yê Îlonê de derketibû û tê de ji nû ve dayîna mûçeyên xanenişînîyê yên ku berîya dîroka 8ê Kanûna Pêşîn a sala 2024an ji ber sedemên ewlehîyê hatibûn sekinandin, hatibû pejirandin.
Li gorî giştînameyeke Rêveberê Giştî yê Sazîyê Hesen Xetîb ku ji bo şaxên sazîyê yên li parêzgehan şandiye û kanala wê ya li ser Telegramê îro Pêncşemê belav kiriye: Xwedîyê mûçeyê rawestandî yan kesê xwedî maf ji para mûçeyê mîratgiran, dê daxwaznameyeke nivîskî pêşkêşî şaxê peywendîdar bike tevî van belgeyên pêwîst: (Beyana malbatê – Qeyda nasnameyê/ derxistina qeydê – Belgeya nebeşdarîyê – Belgeya nebûna qeydê ji Sîgorte û Xanenişînîyê – Belgeya ne karmendbûnê ji bo wan xwedîmafên ku temenê wan di bin şêst salî de ye).
Li gora giştînameyê, sazîyê beşên mûçe û darayî yên li şaxên parêzgehan erkdar kirin ku lîsteyên mehane yên mûçeyên hatine nirxandin û qebareya wan a darayî amade bikin û ji bo Rêveberîya Giştî (beşên Karûbarên Yasayî û Darayî) bişînin.