Şam-SANA
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê Newar Necme ragihand ku komîte amadekarîyê dike da ku hilbijartinên parêzgeha Reqayê temam bike, piştî ku rewşa ewlehîyê li wir di bin çavdêrîya dewleta Sûrîyê de baş bûye.
Necme di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Duşemê eşkere kir ku her ku rewşa ewlehîyê li parêzgeha Hesekê û herêma Kobanê (Eyn el-Ereb) aram bibe, hilbijartinên Encumena Gel dê li van deveran jî werin temamkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê di Cotmeha par de, her du lîsteyên dawî yên endamên desteya dengderan ji bo devera hilbijartinê li bajarê Girê Spî (Til Ebyed) li parêzgeha Reqayê û devera hilbijartinê li bajarê Serê Kanîyê (Res El-Eyn) li parêzgeha Hesekê weşandibûn.