Şam-SANA
Tîmên Parastina Sivîl li Wezareta Rewşên Awarte, ji bo misogerkirina silametîya xwendekaran û aramîya azmûnan, bi rêya dabînkirina piştgirîya bijîşkî ya lezgîn û destwerdana bilez di rewşên awarte de, tedbîrên xweparastinê girtin.
Rêveberîya Rewşên Awarte û Zanîngeha Şamê li ser dabînkirina ambûlans, amûrên tenduristîyê û endamên rizgarkirinê di hundirê kampusa zanîngehê de ji bo rûbirûbûna her rewşeke awarte, li hev kirin.
Ev tedbîr bi armanca bihêzkirina silametîya zanîngehê ne, bi taybetî di dema azmûnan de ji bo rûbirûbûna rewşên dilborînê, bi koordînasyona ligel wezaretên Perwerde û Perwerdeya Bilind di her astê de.
Îro sibehê roja Yekşemê, azmûnên nîvsalî yên yekem ên sala 2025-2026an li Zanîngeha Şamê û şaxên wê dest pê kirin, ku tê de nêzîkî 180 hezar xwendekarên kur û keç beşdarî azmûnan dibin û ev azmûn wê nêzîkî mehekê berdewam bikin.
Serokatîya Zanîngehê amadekirina salon û holan bi dawî kir, ji bo ku proseya azmûnan li gorî pîvanên Wezareta Xwendina Bilind û rênimayên Encumena Zanîngehê bi rê ve biçe.